
Wezareta Xezênedariya Amerîkayê 3 kes û şirketeke rêjîma Îranê ku gorî zaniyariyan dest li bernameya navokiya rêjîmê de heye, li lîsta nû ya dorpêçan de tomar kiriye.
Roja Duşemî 22ê Banmemerê, Wezareta Xezênedariya Amerêkayê, piştî dawîhatina dora çarem a danûstandinên li navbera Amerîka û rêjîma Îranê, “Mihemedriza Sidiqî Sabir ê temen 51 salî, û Ehmed Heqîqet Teleb” bi navê kod ên “Ehmed sadiq û Ehmed Heqîqet Talib” ê temen 62 salî” xelkê Îranê, li listê dorpêça nû bo ser rêjîma Îranê, tomar kirine.
Herwisa “Mihemedriza Mehdîpûr” û şirketa “Fenaweranê Ayendênigerê Pûya Pars”ku bi navên “Îdeal Wekiyom stor” jî tê naskirin bi lîstê dorpêça nû hatiye zêdekirin.
Ew kes û şirket pêka belgeyên wezareta Xezînedariya Amerîkayê, li geşedan bi çekên komkuj û bi taybet, bo berhemanîna çeka navkî de rol hene.
“Marko Robiyo”, Wezîrê Derve yê Amerêkayê li derheq vê dorpêçê de ragihand: “wan kesan li lêkolîn û geşedanên pêwendîdar bi çekên navkî de rol hene û ew dorpêça, beşek ji givaşa herî zêde ya Amerîka bo ser rêjîma Îranê ye ku rêjîma Îranê êdî bi ti awayek nekare çeka navkî bi dest xwe ve bîne”.