Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Binçavkirina xelkê Kurdistanê ji aliyê rêjîmê ve berdewam e

11:59 - 13 Gulan 2025

Hêzên îtilaata rêjîmê li bajarê Şinoyê, nûgihanekî, û li Mihabadê jî Mamostayeka werzîşê li girtin.

Hêzên hov ên îtilaata rêjîmê, bi awayê xoserane û bê belgeya yasayî, mamostayeka werzîşê li bajarê Mihabadê de binçav kirin û bo ciheke nexuya veguhastin.

Li berdewamiya binçavkirinên xoserane ji aliyê rêjîmê li Rojhilatê Kurdistanê, “Evîn Resûliyan” a werzişvan û herwsia mamosyata ya werzişê, ji aliyê hêzên îtilaata rêjîmê ve bi awayê xoserarne û bê belgeya yasayî, hate binçavkirin û bo ciheke nexuya hate veguhastin.

Pêka raporên belavbûyî, hêzên hov li roja Yekşemî 21ê Banemerê de bi êrîşkirina neyasayî û bê belge bo ser salona werzîşiya vê werzişvana Kurd a temen 30 salî, ew binçav kirine.

Heta belavbûna vê nûçeyê, sedema binçavkirin, tohmetên sepandî bi ser vê werzîşvana Kurd û cihê ragirtina wê, nehatiye zanîn.

Herwisa roja 21ê Banemerê, “Mîlad Îbrahîmzade”, nûgihanê temen 17 salî ku biraziyê “Îsa Îbrahîmzade” ê girtiyê siyasî ye, ji aliyê hêzên hov ên itilaaat rêjîmê li mala xwe de li gundê “Dêşemsê” ser bi bajarê Şinoyê, hate binçavkirin.

Pêka vê raporê, hêzên îtilaata rêjîmê, bi awayê xoserane û bê belgeya yasayî, êrîş kirine ser mala wî nûgihanî û li ber çavê malbata wî, bi lêdan û kutanê, ev binçav kirine û bo girtîgeha îtilaat a rêjîmê Veguhastine.

“Îsa Îbrahîmzade” mamê Mîlad yek ji binçavkiriyên şorişa “Jin Jiyan azadî”yê ye ku niha li girtîgeha rêjîmê li bajarê Nexedê de.