
Hêzên hov ên întizamî, serbazî û îtilaatiyên rêjîmê bo sêyemîn roja lipeyhev, êrîş kirine ser xelkê gundê “Kulahî” û bi lêdan, kutan û teqekirin li xelkê, darayîya masîgir û şewatberan, dişewitînin.
Pêka raporên belavbûyî, hêzên rêjîma Îranê bi şêwaza herî hovane, li sêyemîn roja li pey hev, êrîş kirine ser xelkê gundê “Kulahî” û bi hêceta hebûna şewata qaçax, çone ser dîwar û malên xelkê û bi zorê dariyên wan şikandine û darayiya masîgir û şewatberan şewitandine û li nav malên xelkê de dest avîtine dizî û talankirinê.
Xelkê wî gundî li hember wan kiryarên hovane û dûr ji mirovahiya hêzên rêjîmê sekinîne û berevanî li kerameta xwe kirine, lê hêzên rêjîmê bi gaza bîber, lêdan û kutanê, teqekirin bi gulleyên şer û saçmeyî, bersiva nerizayetiya xelkê dane.
Roja pêştir jî wan hêzên rêjîmê tevî encamadana kiryarên dûr ji mirovahiyê, bêrêzî bi jinên wî gundî jî kiribûn û xawik ji serê wan anîbûne xwarê.
Li wan kiryarên hovane de, jin û zarok jî hatine kutan û hêzên rêjîmê bi awayê rasterast teqe li xelkê wî gundî dikin û dehan kes bi awayê hovane û bi tundîtîjiyeke nemirovane, binçav an birîndar kirine ku qedera wan nerohn e.