
Li halekê de ku Hizbullah hewla derxistina endamên spaha pasdaran a terorîst ji axa Lubnanê dide, hêza “UNIFIL” sedan enbarên çek û cebilxanê peyda û radestî artêşa Lubnanê kirin.
Pêka rapora hêzên “UFIFIL” a saziya netewên Yekgirtî li Lubnanê, zêdetir ji 225 enbarên çek û cebilxanê li başûrê çemê Lîtanî de peyda kirine û ew cebilxane radestî Artêşa Lubnanê kirine, bi berçavgirtina kiryarên rêjîma Îranê li Lubnanê, ew cebilxane bi dirafê xelkê Îranê hatine kirîn û dabînkirin ku bo milîsên ser bi vê rêjîmê bi taybet Hizbullahê hatine şandin.
Ji aliyê din ve Hizbullaha Lubnanê, biryara derxistina hêzên spaha pasdaran ji Lubnanê dide û daxwaz ji personelên spaha pasdaran a terorîst kirine ku axa Lubnanê bi cih bihêlin.
Hêzên spaha pasdaran a terorîst, li jêr navên cuda de bo afirandina fitneyan û rêkxistina taqim û girûpên terorîstî û geşedan bi terorîzmê û bi kuştindana xelkê li wir de cihgîr bûn.