
Piştî şerekî dijwar li deverên Durûziyan li Sûriyê, Îsraîlê operasiyona serbazî li wan deveran de encam dane û ragihandine ku ev operasiyon bi armanca piştevanîkirin li Durûziyan bûye.
Ofîsa Serokwezirê Îsraîl, bi belavkirina daxuyaniyekê li derheq êrîşên hêzên dewleta Ehmed Colanî bo ser Durûziyan li Sûriyê, tevî huşdarîdan bi dewleta Sûriyê, daxwaza piştevanêkirina Sûriyê li Durûziyan kir û herwisa ragihand ku encamdana operasiyonanên serbazî yên Îsraîl li devera “Sehnaya”yê bi armanca alîkarîdan bi Durûziyan bûye.
Pêka rapora Çavdêrê Mafê Mirovî li Sûriyê, zêdetir ji 19 kes li wî şerî de hatine kuştin û çendîn kes jî hatine birîndarkirin.
Li Sûriyê de zêdetir ji 700 hezar dirûzî dijîn û ofîsa Serokwezîrê Îsraîl, encamdana operasiyona serbazî wek hûşdarîdanek bi tundajotiyên dijî Durûziyan binav kiriye ku armanca êrîşkirinên zêdetir bi ser Durûziyan hebûne.