Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Donald Trump, Serkomarê Amerîkayê serdana Rohjhilata navîn kir

12:11 - 13 Gulan 2025

Serkomarê Amerîka serdana xwe bo welatên Ewrebistan, Qeter û Îmaratê dest pêkir û li destpêkê de serdna Erebistanê kir, ew serdan bi armanca alxahînîdana ewlehî bi wan welatan e.

Donald Trump, Serkomarê Amerîka li serdana xwe ya bo Rojhilata Navîn de li destpêkê de serdana Erebistanê kir û ji aliyê berpirsên wî welatî ve pêşewaî li wî hate kirin û pêka biryara Donald Trump, dê roja Çarşemî 24ê Banemerê, serdana welatê Qeterê bike û piştre dê serdana Îmaratê bike.

Serdana Trump bo wan welatan li halekê de ye ku danûstandinên li navbera Amerîka û rêjîma Îranê bi awayekî nerohn bi rê ve diçe û îdiayên çewt ên rêjîmê û herwisa bi erênîzanîna wan danûstandinan ji aliyê Amerîkayê giringiya vê serdanê dide xuya.

Ji aliyê din ve ew serdan zêdetir bi armanca alxahînîdana ewlehî bi welatên Erebî bi taybet Erebistan, Qeter û Îmaratê ye ku ji gefên derve dê bêne parastin.

Rojnameya “New York Times”, ew serdan zêdetir bi armancên aborî binav kiriye lê “Donald Trump” ew serdan bi armanca dabînkirina ewlehiya wan welatan binav kiriye û ragihandiye ku dê li vê serdanê de biryarekî herî girîng li dîroka Amerîka yê de wajo bike.