Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîkayê toreke veguhastina nefta Îranê bo Çînê xiste nav lîstê dorpêçan

11:57 - 14 Gulan 2025

Amerîkayê toreke berfireh a veguhastina nefta Îranê bo Çînê, ku bi milyonan bermîl nefta Îranê bo Çînê veguhastiye li lîstê dorpêçan de tomar kir.

Wezareta Derve ya Amerîkayê li roja Sêşemî 23ê Banemerê de bi belavkirina daxuyaniyekê daye zanîn ku şirketeke ser bi stada hêzên şekdar ên rêjîma Îranê li jêr navê “Sipêhr Enêrjiyê Cehannimayê Pars” ku bi milyonan bermîl nefta Îranê bo Çînê veguhastiye, li lîstê nû yê dorpêçan de tomar kiriye.

“Temî Birûs” a Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê ew daxuyanî belav kiriye û daye zanîn ku, dahata vê nefta Îranê ku rêjîmê bi Çînê firotiye, çendîn milyard Dolar e ku rêjîma Îranê li dabînkirina xercê bernameya mûşekî, dironî, navkî û piştevanîkirin li milîsên ser bi rêjîmê yên wek Hûsiyan de xerc kiriye.

Herwisa “Temî Birûs” ew yeka jî ragihand ku ew dorpça nû li proseya givaşa herî zêde bo ser rêjîma Îranê de ye.

Amerîkayê tekezî kiriye ku heta rêjîma Îranê ji dahatên xwe yên neyasayî bo “piştevanêkirin li terorîzmê û kiryarên têkderê aramiya dever û cîhanê” bi kar bîne, Amerîka dê givaşa herî zêde bo ser rêjîma Îranê berdewam bike.