
Rêjîma îslamiya Îranê zêdetir ji 5 kesên din jî li girtîgehên xwe li bajarên “Erak û Yasûc”ê de bidar vekirine ku 2 ji wan welatiyên Lur in.
Pêka rapora “Hengaw”ê, li sibêdeha roja Duşemî 22ê Banemerê, “Mihemed Ebdî welatiyê Lur ê xelkê Erakê , Nêimet Pîrzalî xelkê bajarê Dilfanê û Celîl Ezîzî” li girtîgeha rêjîmê li bajarê Erakê de hatine bidarvekirin, ew welatiyane bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber, ji aliyê dadgehên rêjîmê ve sizaya bidarvekirinê bi ser wan de hatibû sepandin.
Ji aliyê din vê “Resûl Rizayî, û Eşref Şehzbazî” ku pêştir ji aliyê dadgehên rêjîmê ve bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber sizaya bidarvekirinê bi ser wan de hatibû sepandin li 17ê Banemerê, li girtîgeha rêjîmê li bajarê “Yasûc”ê de bidar vekirin.
Ragihandinên ser bi rêjîmê bidarvekirina wan welatiyan belav nekirine.
Rêjîma Îranê sepandina sizaya bidarvekirinê û cîbicîkirina vê sizayê, wek alavek bo tepeseriya zêdetir a xelkê Îranê bi taybet xelkê Kurd û Belûç bikar tîne.