Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê bi cihê avedankirina Îranê, dahata xelkê xercê terorîzmê dike

12:04 - 14 Gulan 2025

Serkomarê Amerîkayê li axaftinên xwe yên nû de rêjîma Îranê bi şaşiya berfireh a birêveberî, gendeliya binyatî û kawilkirina deverê bi tawanbar binav kir û ragihand ku rêjîm, dirafê avedankirina Îranê bo terorîzmê xerc dike.

Donald Trump, Serkomarê Amerîkayê li dawî axaftinên xwe de li derheq rêjîma Îranê ragihand ku rêjîmê Îranê bi cihê avedankirina Îranê, dirafê xelkê Îranê bo geşedan bi terorîsmê xerc dike û rêjîmek e ku çenedîn dehikan bi şaşiya berfireh a birêveberî, gendeliya binyatî û kawilkirina deverê, hewla paşxistina welatên deverê daye.

Harwisa navbirî daye zanîn ku “li halekêde li welatên Erebî de çol û şoreket û kewiran dikin keskatî, rêjîma Îranê deverên kesk û avedan kirine kewîr û şoreket, mafiyava avê li Îranê, ava çeman çikandine û xelk rastî kêmaviyê kirine, li halekê de ku welatên Erebî mijûlê guherîn bi sitûna aramî û ticareta cîhanê ne, rêberên rêjîmê bala xwe dane dizîna darayiya xelkê xwe ku bo dabînkirina malî ya terorîzmê û rijandina xwînê li derveyî Îranê xerc dike”.

Herwisa Donald Trump ragihand ku “beşa trajîk a vê mijarê ev e ku tevahiya deverê digel xwe anîne xwarî û hewlên rêjîma Îranê bo parastina rêjîma li rewşa herifîn a Beşar Esed li Sûriyê, bû sedema canjidestdana hejmareke zêde ji xelkê”.

Axaftinên Donald Trump li halekê de ye danûstandina dora çarem a li navbera Amerîka û rêjîma Îranê li rewşeke nerohn de bi dawî hatiye.