
Hêzên ewlehî yên rêjîmê derfet û îzîn nadin malbata şehîd “Jina Emînî”, ku li ser gora vê şehîdê, rêûresma roja jidayîkbûna vê û herwisa salvegera şehîdbûna vê bi rê ve bibin.
Xatûn “Mujgan Iftixarî”, dayîka şehîd “Jîna Emînî”yê, ragihandiye ku heta niha jî rêjîma Îranê îzin û derfetê nadine vê malbatê ku bikarin ser gora şehîd “Jîna”yê, rêûresma jidayîkbûna vê û herwisa rêûresma salvegera şehîdkirina vê, bi rê ve bibin û hêj li rewşeke nearam de li jêr çavdêrî û kontrolkirinê de ne.
Herwisa dayîka vê şehîdê, tevî tekezî li ser vê yekê ku xwe ji bas û pirsên siyasî bi dûr digrin, ragihand ku “doza me doza xoşewîstî û rohitiyê ye û ev bîranîn me bi zindî radigre”.
Malbata şehîd “Jîna Emînî” ji destpêka êrîşa hovaneya hêzên parêzvanên hicaba bi zorê bo ser şehîd Jînayê ve ku bû sedema şehîdbûna vê keça Kurd, heta niha jî li jêr kontrola tund û çavdêriya hêzên ewlehî û îtilaatiyên rêjîmê de ne û ew malbat bi wan sedeman kevtine jêr givaşeke zêde ku karlêkerî û bandor bi ser jiyana tevahiya kesên malbata şehîd Jînayê kiriye.