
Pêka rapora “Hengaw”ê, sibêdeha roja Duşemî 22ê Banemerê, “Mihemed Ebdî welatiyê Lor ê xelkê Erakê , Nêimet Pîrzalî xelkê bajarê Dilfanê û Celîl Ezîzî” li girtîgeha rêjîmê li bajarê Erakê de hatine bidarvekirin, ew welatiyane bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber, ji aliyê dadgehên rêjîmê ve sizaya bidarvekirinê bi ser wan de hatibû sepandin.
Herwisa “Resûl Rizayî, û Eşref Şehzbazî” ku pêştir ji aliyê dadgehên rêjîmê ve bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber sizaya bidarvekirinê bi ser wan de hatibû sepandin li 17ê Banemerê, li girtîgeha rêjîmê li bajarê “Yasûc”ê de bidar vekirin.
Li berdewamiya bidarvekirina girtiyan li girtêgehên rêjîma , 2 girtiyên din ên Kurd li girtîgehên rêjîmê li bajarên “Kerecê û Urmiyê”, de hatine bidarvekirin.
Pêka rapora “Kurdpayê, sibêdeha roja Çarşemî 24ê Banemera 1404 a Rojî, girtiyek bi navê “Moşîr Osmanzade” kurê “Tahir” ê naskirî bi(Ferîq) ê xelkê bajarê Urmiyê ku 4 salan berî niha bi tohmeta kuştina bizanebûn ji aliyê dadgeha rêjîmê ve sizaya bidarvekirinê bi ser de hatibû sepandin, li girtîgeha rêjîmê li bajarê Urmiyê de hate bidarvekrin.
Herwisa li vê rojê de girtiyek Kurd ê bi navê “Riza Mîrî” kurê “Mihemed Mîrî” ê xelkê bajarê “Hêrsîn”ê ser bi parêzgeha Kirmaşanê ku pêştir bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber ji aliyê bdadgeha rêjîmê ve sizaya bidarvekirinê bi ser de hatibû sepandin, li girtîgeha Qizilhisar a rêjîmê li bajarê Kerecê de hate bidarvekirin.