Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Birêveberê nanwaxaneyan li çend bajaran de kombûnên nerizayetî lidar xistin

11:28 - 15 Gulan 2025

Birêveberên nanwaxaneyan li çend parêzgeh û bajarên Îranê de li dergheq pêrenegihîştina berpirsên pêwendîdar û guhnedana wan bi pirsgirêkên jiyan û karê wan û hewisa nedana maf û huqûq û heqdestên wan û xisara bi sedema qutbûna Berqê ku li wan dikeve, çendîn kombûnên nerizaytî lidar xistin.

Roja Çarşemî 24ê Banemera 1404 a Rojî, hejmareke zêde ji birêveberên nanwaxaneyan ên li parêzgeha Xurasanê li rûberûyê parzêgariya rêjîmê li vê parêzgehê û birêveberên nanwaxayen li bajarê Refsencanê li rûberûyê bînaya fermandarî ya rêjîmê li wî bajarî, kombûna nerizayetiyê lidar xistin.

Wan birêveberê nanwaxanyan li hember guhnedana berpirs û navendên pêwendîdar, bilindbûna nirxa hewcehiyên jiyana wan û hewcehiyên nanwaxaneyan bi taybet li bilindbûna çendqatî ya nirxa av, gaz, berq, ard, kirêya cihê nanwaxane û heqdestên kedkaran, nerizayetiya tund a xwe dane xuya.

Herwisa ajotvanên maşînên barhilgir jî li vê rojê de li bajarê Kaşanê de nerizateiya xwe li hemebr rewşa xirab û nedadperweraneya Gazoîlê dane xuya û kombûna nerizayteiyê lidar xistin.

Berpirsên rêjîmê û navendên pêwendîdar tevî ku heta niha ti bersivek nedane birêveberên wan nanwaxaneyan û wan ajotvanan, heta niha ti pêngawek bo çareserkirina pirsgirêkên nanxaneyan û ajotvanan jî hilnegirtine û heta ti giringiyekê jî bi wan pirsgirêkan nadin.