
Qutbûna bêbername û lipeyhev û demdirêj a Berqê, tevî ku jiyana asayî ya xelkê Îranê aloz û dijwar kiriye, paşhatên gelek dijwar li beşa werzêrî û pîşeyî de li pey xwe aniye ku hem werzêr û hem xwediyên pîşe, rastî xisarên giran ên bê veger hatine.
Pêka raporên belavbûyî, werzêrên bajarên “Rostem û Memesenî” li derheq qutbûnên lipeyhev a berqê ku hinek caran zêdetir ji 7 demjimêran e, nerizayetiya xwe dane xuya û heta gef li berpirsên pêwendîdar kirine ku dê bêne ser şeqaman û xwenîşandana nerizayetiyê lidar bixin, pêka gotina wan werzêran ku berhema wan birinc e, rêjîma Îranê bi zanebûn û bi armanca sekinandina berhemanîna birincê Îranî, berqa wan deveran qut dike, ev yeka xisarên giran gihandine werzêran ku kite dahata wan, çandina birinc e.
bajarê Yezdê de jî, nanwaxaneyan bi sedema qutbûna berqê û xisarên giran ên paşhatên qutbûna berqê, nanwaxaneyên xwe daxistine ku çendîn pisrgirêkên din ên wek destnekvtina nan, li pey xwe anîne.
Ji aliyê din ve, werzêrên deverên “Soma û Biradost” ser bi bajarê Urmiyê, nerizayetiya xwe li hember qutbûna bêbername û lipeyhev a berqê dane xuya û ragihandine ku hinek rojan heta 10 demjimêran berq qut dibe û werzêr bê berq nikarin hasila xwe av bidin û piraniya berhemên wan li rewşa jinavçonê de ne.