Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerêkayê 18 kes û damezrave xistine nava lîstê dorpêça li ser rêjîma Îranê

11:50 - 15 Gulan 2025

Wezareta Xezînedariya Amerîkayê 6 kes û 12 damezraveyên li Îran û Çînê de bi sedema rola wan li dabînkirina alav û hewcehiyên hestiyar bo bernameya mûşekên balistîkî yên rêjîmê, li lîstê nû yê dorpçan de tomar kirin.

Roja Çarşemî, “Scott Bessent”, Wezîrê Xezînedariya Amerîkayê bi belavkirina daxuyaniyekê daye zanîn ku 5 kes û 10 damezraveyên li Îran û Çînê, bi sedema rola wan li dabînkirina alavên bingehîn û hewcehiyên hestiyar bi taybet Fîbra Kerbon û madên hestiyar, bo bernameya mûşekên balistîkî yên rêjîmê, li lîstê dorpçan de tomar kirin.

Wezîrê Xezînedariya Amerîkayê ragihand ku wan kes û şirketan, li çarçoveya projeyên bo berhemanîn alavên bingehîn ên taybet bi mûşekên balistîkî yên wek Fîbra Kerbon”ê de li hundirê Îranê, digel yekeyên ser bi spaha pasdaran a terorîst, hevkarî kirine û Amerîka îznê nade ku rêjîm bi berdewamî bi bernameya mûşekî, bibe gef li deverê.

Şirketa “Elyaf Gosterê Pîşreftê”, bi sedema hevkarî digel “saziya cehada xudkefayî ya hewafeza ya spaha pasdaran” li dabînkirina Fîbra Kerbon û şirketên “Şerîfê Hemrahpejûhan a Êlm û Fenawerî û şirketa Seramedê Sazêsazan a Surûş” bi sedema rola wan li hawirdekirina madeyên hestiyar ji Çînê bo Îranê, li lîstê dorpêçan, hatine tomarkirin.