
Roja Çarşemî 24ê Banemerê, semînarek ji aliyê Navenda perwerde ya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê li jêr navê “Pêywendiyên navnetewî û Îran û Rojhilatê Kurdistanê li hevsengiya navnetewî” de bo rêzdar Xalid Ezîzî, Berdevkê Hizba Dêmokrat a Kurdiustana Îranê hate lidarxistin ku beşek ji endamên rêberatî, kadr û pêşmergeyên Hizba Dêmokrat di vê simînarê de beşdar bûn.
Semînar bi sirûda netewiya “Ey Reqîb” û bîstek bêdengî bo rêzgirtin ji canê paqijê şehîdên Kurd û Kurd û Kurdistanê, dest pêkir û rêzdar Hîwa Mîrzayî, xêrhatinkirin li beşdarbûyan kir.
Rêzdar Xalid Ezîzî, li destpêka axaftinên xwe de basê pêwendiyên navnetewî û sîstema cîhanî li sedsala bîstem û qonaxên şerê sar û cîhana ducemserî kir.
Rêjîma Îranê li qonaxên şerê sar de ku hate ser kar, kevte dijayetiya Amerîka û li cemsera rojhilat nêzîk bû. Navbirî bas ji pêwendiyên navnetewî û pêşketina cîhana îro kir, ku ducemserî nemaye û sîstema cîhanî bi bê Amerîkayê cîbicî nabe.
Rêzdar Xalid Ezîzî li derheq bi pirsa Kurd li Rojhilatê Kurdistanê got: zêdetir ji 40 sal e rêjîma îslamiya Îranê bi hemû şêwazekê hewl daye ku tevgera Kurd bi rêberatiya Hizba Dêmokrat ji nav bibe, lê nekariye, eva ku li navxweyê Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê xelkê ve çalakiyên berfireh ên giştî li warên cur bi cur de bi rê ve diçin, mezintirîn karta me ye û Kurd bi civanî daye xuya ku wa bi hêsanî nayê nedîtîgirtin.
Semînar bi pirsyar û têbîniyên beşdarbûyan û bersivdana rêzdar Xalid Ezîzî, bi dawî hat.