
Rêjîma Îranê li heyama 3 rojan de gundê Kulahî xiste jêr dijwartirîn tepeseriyê û tevî bêrêzîkirin bi baveriya xelkê û jin û zarokên xelkê, darayiya xelkê şewitand û ya mayî jî dizî.
Rêjîma Îranê bi armancên wek tepeseriya sîstematîk, kuştin û bêrîzîkirin û kawilkirina avahiyên xelkê li pey koçberkirina bi zorê ya xelkê û herwisa dizî û talankirina erd û dahata xelkê Belûçistanê, ye û êrîşkirina bi hêzeke gelek zêde ya tepeserker, serkutkar û serbazî bi alavên tevav ên şer, dehan maşînên serbazî û cihgîrkirina zêdeke zêde, da xuya ku armanc, şewitandina alavên masîgir û şewatbiran nîne.
Bi dehan jin û zarokên xelkê Belûç li vê êrîşê de rastî kutan û bêzîzîkrina hovane hatine û li berdewamiya wan givaşan de hêzên rêjîmê li bajarê Zahidanê, Mizgevta Mekkî dorpêç kirine û hêzên xwe li derdora vê mizgevtê de cihgîr kirine.
Asta hovitiya rêjîmê li gundê Kulahî bi qasekê ye ku “Mewlana Ebdulmecid û Mewlana Hafiz Ebdullah melazihî”, bi rêya belavkirina peyamê daxwaza parastrina kirameta mirovî ya xelkê gundê Kulahî kirine.
Pêka dawî raporên li êrîşa hêzên rêjîmê bo ser gundê Kulahî, zêdetir ji 36 kes hatine birîndarkirin û dehan kes jî hatine girtin û avahiyên xelkê hatine kawilkirin û darayiya xelkê hatiye şewitandin û dizînê.