Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Donald Trump ragihand ku li benda bersiva rêjîma Îranê ye

10:49 - 17 Gulan 2025

Serkomarê Amerîkayê ragihand ku pêşniyara lihevkirin digel rêjîma Îranê, bo rêjîmê hatiye şandin û li benda bersiva rêjîmê ye û divê rêjîm bi lezgînî bersivê bide, ji aliyê din ve wezîrê derve yê rêjîmê îdia kir ku ti pêşniyarek ji aliyê Donald Trump ve vernegirtine

Roja Înê 16ê Gulanê, Donald Trump, serkomarê Amerêkayê li hevpeuvîn digel kanala têlêvîzyoniya “FOX NEWS” a Amerîkayê de ragihand ku rêjîma Îranê li pey ticaret digel Amerîkayê ye, lê pêşniyara Amerîka bo lihevkirinê gihîştiye destê wan û dem kurt e û em li benda bersiva rêjîmê ne û rêjîm dibe bi lezgînî bersiva Amerîkayê bide, nekû dê rastî paşhatên gelek dijwar bibe.

“Marko Robiyo”, Wezîrê Derve yê Amerîkayê li vê derheqê de ragihand ku Amerîka bo kontrolkirina hewlên rêjîma Îranê bo bidestveanîna çeka navkî li demek hestiyar de ye û biryardan li stuyê Elî Xamineyî ye ku an rêya aşitî hilbijêre an bijardeya kawilker û rêjîm ku dikare Uraniyoma %60 bimeyîne dikare bi lezgînî heta %90 jî bimeyîne û bo berhemanîna çeka navkî bi kar bîne, lewma dem gelek hestiyar e û divê rêjîm bi lezgînî bersivê bide.

Ji aliyê din ve “Ebsa Îraqçî” yê wezêrê derve yê rêjîmê bo qazanckirina dem, îdia kir ku ti pêşniyarek ji aliyê Tramp ve vernegirtine.