
Rêjîma Îranê girtiyek li girtîga Wekîlabad a rêjîmê li bajarê Meşhedê û jinek Belûç li girtîêgeha rêjîmê li bajarê Têhranê, bidar vekirin û bidarvekirina vê jîna Belûç, bi nihênî bûye û termê vê jî bo ciheke nexuya hatiye veguhastin.
Pêka rapora “Resedê Belûçistan”, li sibêdeha roja Pêncşemî 15ê Gulanê, jinek Belûç a bi navê “Hefîze Belûçzêhî”, temen 24 salî, xelkê bajarê Serawanê û rûniştiyê bajarê Têhranê, bê agehdarkirina malbatê, li girtîgeha rêjîmê li bajarê Têhranê de bi awayê nihênî, hatiye bidarvekirine û pêka zanyariyên belavbûyî, termê vê jina Belûç, bo ciheke nexuya hatiye veguhastin.
Ew jina Belûç bi tohmeta hevkarî digel birayê xwe ku pêwendî digel girûpên derveyî Îranê hebûye, li sala 2022 de hatibû binçavkirin û sizaya bidarvekirinê bi ser de hatibû sepandin. navbirî ji mafê hebûna parêzer û dadgehîkirineke dadperwerane bêpar bûye.
Herwisa li roja Çarşemî 14ê Gulanê, “Mihemedîbrahîm Îsfendiyarî” ê xelkê bajarê Meşhedê, ku 4 sal berî, niha bi tohmeta kuştina bi zanebûn, sizaya bidarvekirinê bi ser dehatibû sepandin, li girtîgeha Wekîlabad a rêjîmê li bajarê Meşhedê de hatiye bidarvekirin.