
Li êrîşa hovaneya hêzên rêjîmê bo ser gundê “Rehmetabad”ê ser bi bajarê Xaşê, çendîn kes hatine binçavkirin ku nasnameya 5 kes ji wan hatiye belavkirin, herwisa rêjîmê zarokekî temen 14 salî bi awayê xoserane û bi tundûtîjiyê, binçav kirine.
Pêka rapora “Halveş”ê, li êrîşa hovaneya rêjîmê bo ser malbatek Belûç li gundê “Rehmetabad”ê ser bi bajarê Xaşê 7 kes hatibûne girtin ku 5 kes ên bi navên, “Zahid Bolanzêhî, temen 32 salî kurê Mîlxan, Ziya Bolakzêhî temen 38 salî kurê Mihemedriza, Erdeşîr Bolakzêhî temen 30 salî kurê Kehûr, Emînullah Mîrbelûçzêhî temen 31 salî kurê Yedullah û Melik Bolanzêhî” ên xelkê gundê “Temp Rîgan”ê ser bi bajarê Îranşehrê û gundê “Rehmetabad”ê ser bi bajarê Xaşê, li girtîgeha rêjîmê de hatine ragirtin.
Ew kesane li êrîşa xoseraneya hêzên îtilaata rêjîmê de hatine girtin ku yek ji wan xwediyê malê û yek jî kurê wî ye.
Herwisa roja Çarşemî 14ê Gulana 2025 an, zarokekî temen 14 salî yê bi navê “Salih Behramzêhî”, kurê Mewlewî Ebdulrehman li dema lîstin digel hevalên xwe li gundê “Nesîrabad”ê ser bi bajarê “Serbaz”ê, ji aliyê hêzên îtilaata rêjîmê ve bi tundûtîjî û bê belgeya yasayî, li nav zarokên hevalên wî de bi lêdan û kutanê, hate binçavkirine û li sendûqa pişta maşînê de bo ciheke nexuya hate veguhastin.
Pêştir mam û birayê wê zarokî, ji aliyê rêjîmê ve hatine kuştin û qedera wî zarokî jî, nerohn e.