Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê 2 bira li bajarê Bokanê de binçav kirin

10:57 - 17 Gulan 2025

Li bajarê Bokanê de 2 bira yên xelkê wî bajarî, ji aliyê hêzên hov ên îtilaata rêjîmê ve hatine girtin û bo ciheke nexuya hatine veguhastin.

Pêka raporên belavbûyî, roja Pêncşemî 15ê Gulanê, hêzên îtilaata rêjîmê li bajarê Bokanê, bi awayê xoserane, êrîş kirine ser cihê karê welatiyekî Kurd ê xelkê bajarê Bokanê yê bi navê “Ezîz Ebdullazade” û bê belgeya yasayî, ew binçav kirin û bo ciheke nexuya veguhastin.

Hevdem, hêzên îtilaata rêjîmê bi rêye pêwendiya têlêfonî, birayê “Ezîz Ebdullazade” yê bi navê “Omîd Ebdullazade” bo îdareya îtilaata rêjîmê li bajarê Bokanê gazî kirin û li wir de hatiye girtin û bo ciheke nexuya, hatiye veguhastine.

Heta niha sedema binçavkirin, tohmetên sepandî bi ser wan 2 birayan û cihê ragirtina wan, nehatiye zanîn.

Rêjîma Îranê li proseyeke demdirêj de ji çendîn heyvan berî niha ve li Rojhilatê Kurdistanê, dest avêtiye binçavkirina welatiyên Kurd û bi awayê xoserane û bê belgeya yasayî, êrîşê dike ser malên welatiyan, çalakvanên “medenî, sendîkayî, jîngehparêz” û xwendekaran û bi awayê hovane wan bi tundûtîjiyê binçav dike ku ew girtiyane li îşkencegehên rêjîmê de rastî hovanetirîn îşkenceyên fîzîkî û hundîrî tên û li dadigehên şanoyî de bi tohmetên wehmî û çewt, hinek car sizayên giran bi ser wan de disepînîn.