Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hizba Şiyûî ya Kurdistanê, serdana Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê kir

11:37 - 17 Gulan 2025

Roja Pêncşemî 25ê Banemera 1404 a Rojî, heyetek a Hizba Şiyûî ya Kurdistanê, bi serperestiya Dr. “Kawe Mehmûd”, Sekreterê Giştî yê Hizba Şiyûî ya Kurdistanê, serdana Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê kir û ji aliyê Heyeteke Hizba Dêmokrat ve bi serperestiya rêzdar “Mistefa Hicrî”, Sekreterê Giştî yê Hizba Dêmokrat a Kurdiustana Îranê ve pêşewazî li wan hate kirin.

Li vê rûniştinê de pirsên girîng ên deverê hatine baskirin û piştî gengeşekirina li ser mijara pêwendîdar bi doza Kurd û bûyerên li Rojhilata Navîn, her 2 aliyan tekezî li ser berdewamiya pêwendiyên dostane li navbera hev de kirin.