Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Danûstandinên li navbera Amerîka û rêjîma Îranê gehîştiye qonaxeke hestiyar

11:45 - 3 Gulan 2025

Pêka axftinên berpirsên rêjîma Îranê ku biryar bû danûstandin li navbera Amerîka û rêjîmê, li 13ê Banemerê li Romê de bi rê ve biçe, bi sedema pirsgirêkên teknîkî û tedarukatê, hatiye paşxistin, ji aliyê din ve Amerîkayê ragihandiye ku ti biryarek li derheq danûstandina li bajarê Romê de nedaye.

Birêveneçûna danûstandina li navbera Amerîka û rêjîma Îranê li roja Şemî 13ê Banemerê li halekê de ye ku Amerîka û rêjîma Îranê, 2 sedemên cuda ji hev bo birêveneçona vê danûstandinê ragihandine ku bi awayekê nîşanderê alozî û pirsgirêkên micid li danûstandina li navbera wan de ye, ji aliyê din ve jî Amerîka tekeziyê li ser nemana tevav a bernameya navkî û bernameya mûşekên balistîkî û sekinandina hemû alîkarîdanên bi milîsên ser bi rêjîma Îranê dike.

Wezîrê derve yê rêjîma Îranê li derheq daxwaziya Amerîka bo sekinandina tevav a bernameya meyandina Uraniyomê gotiye ku ev mafê me ye û em dê meyandina Uraniyomê berdewam bikin.

Marko Robiyo, Wezîrê Derve yê Amerîkayê tevî îşarekirin bi vê yekê ku rêjîma Îranê dibe deriyê hemû navendên navkî û serbaziyên xwe bo lêkoleran bi taybet lêkolerên Amerîkayê veke, ragihandiye ku rêjîma Îranê dibe meyandina Uraniyom, berhemanîna mûşekên dûrhawêj û piştevanîkirin li terorîzmê, bi tevavî bisekinîne.

Heta niha rêjîma Îranê li ragihandinan de ti îşareyek bi sekinandina wan bernameyên xwe nekiriye.