
Li Birîtaniyayê de sedan endamên parleman û endamên meclisa Eiyan a Birîtaniyayê, daxwaz ji Serokwezîrê Birîtaniyayê kirin ku spaha pasdaran weke rêkxistinekî terorîstî bide naskirin.
Roja Şemî 17ê Gulanê, zêdetir ji 550 endamên parlemantêr û endamên meclisa Lordên Birîtaniyayê, bi nivîseke hevpar û şandin bo “Keir Starmer”, Serokwezîrê Birîtaniyayê, daxwaza tomarkirina spaha pasdaran li lîstê rêkxiravên terorîstî de kirin.
Wan endamên parleman û endamên meclisa Lordên Birîtaniyayê, li vê nivîsê de ragihandine: “Sazan digel rêjîma Îranê ku li rewşa herifînê de ye, îxanet bi nirxên dêmokratîk e, sazan digel vê rêjîmê, bivêriyê dide siyasetên tepeserker ên rêjîmê û ewlehiya cîhanî lawaz dike; Çimkî rêjîma Îranê berdewam, li pey zêdexwaziyên navkî û kiryarên terorîstî ye”.
Herwisa hinek ji wan endamên parleman û endamên meclisa Lordên Birîtaniyayê dane zanîn ku qeyrana mafê mirovî li Îranê de tundir dibe û dema vê hatiye ku Birîtaniya siyaseta xwe li hember rêjîma Îranê biguhere û terorîzma komara îslamî gihîştiye axa Birîtanmiyayê jî.