
Li çendîn bajarên Rojhilatê Kurdistanê û herwisa çendîn bajarên Îranê, zêdetir ji 12 kombûnên nerizaytî ji aliyê xwediyên nanvaxaneyan, karmendên girêbestkar, malnişînkiriyan, xwdîkarên li firotingehan û werzêran ve bi rê ve çon.
Roja Şemî hejmareke zêde ji xwediyên nanvaxaneyan li bajarên Rojhilatê Kurdistanê ên wek” Îlam, Kirmaşan û herwisa Xuremabad”ê de, li hember nedana yarane, seqetiyên sîstema “Nanîno”, zêdebûna xercê nanvaxaneyan, dahata kêm û pirsgirêkên sendîkayî, bo nîşandana nerizayetiya xwe kombûn lidar xistin û li dijî vê rewşê dirûşm dan.
Herwisa xwediyên nanvaxaneyan li bajarên wek “Ehwaz, Îsfehan, Meşhed, Qum û Bîrcend”ê de bi awayekî hevşêwe û hevdem, kombûna nerizayetiyê lidar xistin.
Ji aliyê din ve karmendên girêbestkar ên şirketa muxabirat li bajarê Tewrêz ê, li derheq guhnedana berpirsan, pêrenigihîştin bi daxwaziyên wan û nedana hiqûq û zêdeyiyên wan ên paşkevtî, nebûna ewlehiya kar û çendîn mijarên din, li şirketa Şesta a muxabiratê li bajrê Tewrêzê de kombûna nerizayetiyê lidar xistin.
Li bajarê Têhranê de jî, hejmarek ji malnişînkirî û mijûlkar ên firotingehên zincîreyî ya Rifahê, bi sedema paşkevtina hiqûqên û mafên salane, li rûberûyê ofîsa bingehîn a Rifahê li bajarê Têhranê, kombûn lidar xistin.
Herwisa werzêrê bajarê Refsencanê li rûberûyê fermandariya rêjîmê li wî bajarî de kombûn lidar xistin û nerizayetiya xwe li hember qutkirina bêbername û demdirêj a berqê ku xisarên gelek giran gihandiye wan, nerizayetiya xwe dane xuya.