
Girtiyekî Belûç ê xelkê bajarê Zahidanê, bi sedema pêrenegihîştina pizîşkî, li girtîgeha rêjîmê li bajarê Îranşehrê de cane xwe ji dest da.
Pêka rapora Halveşê, roja Şemî 17ê Gulana 2025 an, girtîyekî xelkê bajarê Zahidanê yê bi navê “Ezîz Kebdanbî”, kurê “Osman” temen 54 salî, ku bavê 6 zarokan e û zarokek wî jî nivîşkan e, bi sedema pêrenigîhştina pizîşkî li girtîgeha rêjîmê li bajarê Îranşehrê de canê xwe ji dest daye.
Navbirî ku 3 sal berî niha bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber, ji aliyê dadgeha rêjîmê ve sizaya bidarvekirinê bi ser de hatibû sepandin, tûşî pirsgirêka gelek micid a gurcikan bibû lê bi sedema guhnedana berpirsên pêywendîdar, nebûna derfet û îmkanên çareseriyê li nexweşxaneya girtîgehê û pêrenigîhştin li dema hewce û bi derengxistina veguhastin bo pizîşkê pispor, canê xwe ji dest daye.
Pêka raporên belavbûyî, ew girtiyê Belûç ji mafê pêregihîştina pizîşkî li nexweşxaneyên pisporî, bêpar bûye û li demekê derfet bi wî girtiyê Belûç hatiye dan ku, êdî gelek bi dereng kevtiye.