Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bidarvekirina girtiyan li girtîgehên rêjîmê de berdewam e

10:59 - 19 Gulan 2025

Rêjîmê 4 girtiyên din jî li girtîgehên xwe li bajarên Şîraz û Xuremabadê de bidar vekirin ku heyama binçavkiurina wan li navbera 3 heta 4 salan bûye.

Pêka rapora “HRANA”yê li sibêdeha roja Şemî 27ê Banemerê, “Mihemedwelî Ahengerî”, temen 27 salî û xelkê bajarê “Elîgoderz”ê ser bi parêzgeha Luristanê, ku 3 salan berî niha bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber hatibû binçavkirin, li girtîgeha rêjîmê li bajarê Xuremabadê de hate bidarvekirin.

Herwisa li sibêdeha roja Çarşemî24ê Banemerê, “Hadî Solêymanî” yê xelkê taxa “Miyanrûd” a bajarê Şîrazê, “Nasir Hemîdî” temen 34 salî yê xelkê bajarê Dizfûlê û “Îsa Ehmedî” yê temen 30 salî, ji aliyê rêîjîma Îranê ve li girtîgeha “Adilabad” a rêjîmê li bajarê Şîrazê, hatine bidarvekirin.

Ev girtiyane 3 heta 4 salan berî niha hatibûne girtin ew yeka li halekê de ye ku pêştir girtiyên ku sizaya bidarvekirinê bi ser wan de dihate sepandin, heyameke zêdetir li girtîgehên rêjîmê de dihatine ragirtin lê rêjîma Îranê bi armanca tirsandina xelkê li derheq xwenîşandanên nerizayetî, bidarvekirina girtiyan bi awayekî berçav lezgîn kiriye.

Pêka rapora pisporan û navendên mafê mirovî, rêjîma Îranê bidarvekirina girtiyan û herwisa sepandina sizaya bidarvekirinê, wek alavek bo tepeserkirina zêdetir a xelkê Îranê bi taybet xelkê “Kurd û Belûç” bi kar tîne.