Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Qutbûna bizanebûn a berqê bû sedema xisarên malî yên bê veger

12:09 - 19 Gulan 2025

Bi sedema qutbûna berqê li bajaroka Zêwe ser bi devera Sîlvana ya bajarê Urmiyê, zêdetir ji 20 hezar masî jinav çone û li bajarê Îranşehê de bûye gef li ser canê nexweşên Talasêmî.

Pêka rapora Kurdpayê, çendîn rojan berî niha, hêzên pasgaha Zêwe ser bi devera Sîlvana a bajarê Urmiyê, bê agehdarkirina berê û bi awayekî xoserane û bê hebûna ti belgeyeke yasayî, bi sedemeke nexuya berqa kargeheke berhgemanîna xîz û kargeha xwedîkirina masiyan a ”Nehrî”, qut kirine ku bûye sedem, zêdetir ji 20 hezar masiyên li kargeha xwedîkirina masiyan jinav herin û zêdetir ji 20 kedkar ji bi sedema sekinîna kar li wan 2 cihên berhemanînê, bêkar mane.

Heta niha dadgeha rêjîmê bersiva xwediyê wan kargehên berhemanînê li derheq sedma qutkirina berqa wan navendên berhemanînê nedane.

Ji aliyê din ve qutbûna berqê li nexweşxaneya taybet bi nexweşên Talasêmî li bajarê Îranşehrê, bûye sedema jikarkevtina alavên veguherîna xwînê ku rasterast dibe gef li ser canê nexweşên Talasêmî.

pêka raporeke rojnameya “Heftê Sobh” a rêjîma Îranê, mezintirîn navendên maynîng bo dirafê dîcîtal ku her alaveke wan nêzî 10 hezar wat berq hewce ye û zêdetirîn berqê bi kar tînin , ji aliyê Çîniyan û bi serperstiya spaha pasdaran a terorîst û erêkirina Elî Xamineyî, li Îranê de kar dikin û bi rêjeya alavên maynînin bi qasekê li Îranê de zêdene ku bi serastî rêjeya wan nehatiye zanîn.