Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê îdia dike ku dest ji meyandina Uraniyomê bernade

12:28 - 19 Gulan 2025

Wezîrê derve yê rêjîma Îranê idia dike ku bi ti awayek dest ji meyandina Uraniyomê hilnagirin, Amerîkayê jî pêşmerca her lihevkirineke destpêkî, nemana meyandina Uraniyomê ragihandiye.

Ebas Îraqçî, wezêrê derve yê rêjîmê, êdia dike ku bi ti awayek amade nînin dest ji bernameya mayandin a Uraniyomê berdin, li halekê de ku Amerîkayê pêşmerca her lihevkirineke destpêkî digel rêjîma Îranê, jinavçona tevav a bernameya meyandina Uraniyom li Îranêragihandiye.

Rêjîma Îranê niha li jêr givaşên navxweyî û derveyî de ye, ji aliyek milîsên ser bi rêjîmê şikest xwarine û ji aliyê din ve li welatên wek Îraqê, wêneyên Elî Xamineyî û berpirsên din ên rêjîmê, li şeqaman de têne komkirin û avêtin.

Li halekê de ku welatên Erebî bi hevkariya Donald Trump, nêzî Îsraîl û peymana Îbrahîm dibin, ji rêjîma Îranê dûr kevtine.

Zêdexwaziyên rêjîma Îranê bi armanca berhemanîna çeka navkî, rêjîma xistiye astengihên herî mezîn û dorpêçên aborî, rêjîma Îranê xistiye nav dijwartirîn qeyranên aborî.

Amerîka û welatên Ewropayî, bi micîdî Huşdarî bi rêjîma Îranê dane ku divê dest ji wan zêdexwaziyên xwe berde nekû rêjîma Îranê dê nirxên gelek giran bide.