
Çendîn girtiyên din li girtîgehên rêjîmê de hatien bidarvekirin.
Pêka raporên belavbûyî, roja Duşemî 29ê Banemera 1404 a Rojî, “Îbrahîm Naroyî û Mecîd Feramerzî” yên xelkê bajarê Zahidanê, li girtîgeha rêjîmê li bajarê Zahidanê, “Mihemedneîm Daniş” ê xelkê bajarê Îranşehrê bi awayê nihênî û bê hevdîtin digel malbatê li girtîgeha Destgird a rêjîmê li bajarê Îsfehanê û kesekî xelkê Efxanistanê ku navê wî nehatiye zanîn, li girtîgeha rêjîmê li bajarê Erakê, hatine bidarvekirin.
Herwisa li 29ê Banemerê de “Elîriza Qulîbêygî” temen 33 salî, xelkê gundê “Xedîcexatûn”ê ser bi parêzgeha “Qum”ê li girtîgeha navendî ya rêjîmê li bajarê Qumê de hatiye bidarvekirin.
Li roja Şemî 27ê Banemerê de “Bêhrûz Fethullahî”, xelkê bajarê Îlamê ku 5 salan berî niha bi tohmeta kuştina bizanebûn, ji aliyê dadgeha rêjîmê ve, sizaya bidarvekirinê bi ser de hatibû sepandin, li girtîgeha navendî ya rêjîmê li bajarê Îlamê de hate bidarvekirin.
Roja Şemî 27ê Banemerê, Mihemedwelî Ahengerî, temen 27 salî û xelkê bajarê “Elîgoderz”ê ser bi parêzgeha Luristanê, bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber, li girtîgeha rêjîmê li bajarê Xuremabadê de hate biudarvekirin.
Herwisa “Hadî Solêymanî” yê xelkê bajarê Şîrazê, “Nasir Hemîdî” temen 34 salî yê xelkê bajarê Dizfûlê û “Îsa Ehmedî” yê temen 30 salî, ji aliyê rêîjîma Îranê ve li girtîgeha “Adilabad” a rêjîmê li bajarê Şîrazê, hatine bidarvekirin.
Rêjîma Îranê bi armanca tirsandina xelkê, bidarvekirina girtiyan bi awayekî berçav lezgîn kiriye.