Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Binçavkirina welatiyên Kurd ji aliyê rêjîma Îranê ve berdewam e

11:49 - 20 Gulan 2025

Çendîn welatiyên Kurd bi awayê xoserane û bê belgeya yasayî ji aliyê rêjîmê ve hatine binçavkirin ku hejmarek ji wan bo cihên nexuya hatine veguhastin.

Pêka rapora Tora Mafpê Mirovî ya Kurdistanê, sibêdeha roja Şemî 27ê Banemerê, hêzên hov ên îtilaat a spaha pasdaran a terorîst, bi awayê xoserane û bê belgeya yasayî, li gundê “Deretifê” ser bi bajarê Merîwanê, êrîş kirine ser mala çalakvanekî medenî yê bi navê “Mihemed Hûşmend” û ew binçav kirine û bo ciheke nexuya veguhastine û roja pêştir jî “Armîn Xudamuradî”, xelkê bajarê Sinê, ji aliyê hêzên îtilaata rêjîmê ve hate binçavkirin û bo girtîgeha îtilaat a rêjîmê li wî bajarê de hate veguhastin.

Herwisa roja Duşemî 29ê Banemerê, “Wehab Xedîrîpûr” ê xelkê bajarê Mihabadê ku pêştir bi tohmeta propagande bo berjewendiya Hizbek Kurd li dijî rêjîmê, 10 hevy girtîgeh bi ser de hatibû sepandin li salvegera şehîdbûna birayê wî yê bi navê Şehîd “Sohrab Xedîrîpûr” de hate girtin û bo girtîgeha rêjîmê li bajarê Mihabadê hate veguhastin.

Hêzên rêjîmê rojane bi hêcetên cuda cuda êrîşê dikne ser mal û cihê karê xelkê û wan destbiser dikin ku qedera hinek ji wan girtiyan nexuyaye.