
Mihemed Sinwar, ê birayê Yehya Sinwar ku berpirsekî payebilind ê hemasê ye û herwisa fermandeyekî payebilnd ê bi navê “Ehmed Serhan” ji aliyê Artêşa Îsraîlê ve hatine kuştin.
Pêka rapora Elerebiye, li êrîşa esmanî ya Artêşa Îsraîl de bo ser paşmaweyên Hemasê li Xezê, çendîn milîs û fernameyn wan hatine kuştin ku nasnameya wan hatiye zanîn û Mihemed Sinwar, Zekerya Sinwar digel zêdetir ji 10 milîsn din ku yek ji wan Mihemed Şebane yê fermandeyê hêza Refeh jî hatine zanîn, hinek çavkaniya kuştina Zekerya Sinwar red kirine lê ragihandine ku navbirî bi dijwarî birîndar bûye.
Ji aliyê din ve hejmarek ji jinên serbaz ên Asrtêşa Îsraîl, li operasiyonek dariştî de li roja Dûşemî 29ê Banemerê, li bajarê Xanyûnis de fermandeyê hêza Nasirî ya Hemasê yê bi navê “Ehmed Serhan” dihgel çendîn milîsên din kirine armanc û kuştine, pêka rapora Elerbiye, wan serbazên Îsraîlî li destpêkê de hewla girtina wî berpisê Hemasê dabûn ku zanyarî li ser cihê ragirtina barimteyan de hebû.
Li halekê de ku êrîşên esmanî yên Artêşa Îsraîl li çendîn deverê Xezê wek bajarê Xan Yûnisê de berdewam in, Binyamîn Netanyaho, Serokwezîrê Îsraîl ragihand ku dê Xezê bi tevavî bêxin jêr kontrola xwe û nahêlin xelkê Xezê birsî bimîne.