
Serokê Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî li rapora xwe ya nû de daye zanîn ku rêjîma Îranê niha zêdetir ji 400 kîlo Uraniyoma meyandî ya bi tîratiya %60 heye û bi tenê pêngawek teknîkî maye bigehîje tîratiya hewce bo çeka navkî.
Roja Şemî, 10ê Cozerdana 1404 a Rojî, rapora nihênî ya Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî, ji aliyê “Reutrs” û “ Associated Press” ve hatine belavkirin, li vê raporê de hatiye ku rêjîma Îranê heta roja 17 Gulana 2025 anku 14 rojan berî niha, serhev 408 kîlo û 600 girem, Uraniyoma meyandî bi tîratiya %60, paşkevt kiriye ku li rapora pêştir de ew rêje 274 kîlo û 800 girem bûye.
Bi vê rêjeyê rêjîma Îranê dikare zêdetir ji 12 bombên navkî berhem bîne.
Herwisa li vê raporê de hatiye ku tîratiya %60 bi tenê pêngawek teknîkî digel meyandina bi tîratiya %90 mewda heye û rêjîma Îranê kite welatê bê çeka navkî ye ku heta vê ast û rêjeyê, Uraniyomê dimeyîne.
Li vê raporê de îşare bi 3 navendên neragihandî hatiye kirin ku li wan de bi awayê nihênî karê navkî hatine kirin û çendîn navendên din jî hene ku rêjîmê aşkera nekirine û pêştir beşek ji bernameya dariştî ya neragihandiya navkî ya rêjîmê bûne.