Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şeva derbasbûyî jî rêjîma Îranê bi diron û mûşekan êrîş kire ser Îsraîl

12:23 - 17 Hezîran 2025

Li 26ê Cozerdanê, êrîşa mûşekî û dironiya rêjîmê ya bi navê sadiq 3 bo ser Îsraîl dest pê kir û spaha pasdarn idia kiriye ku ew êrîş bi mûşekên balistîkî û dironên bombrêjkirî hatiye kirin, lê pêka raporên belavbûyî 10 mûşek bo aliyê îsraîlê hatine avêtin û çavkaniyên Îsraîlî jî ragihandine ku ew mûşek li çola Neqîb li başûrî Îsraîlê de kevtine xwarê.

Pêka girte vîdyoyên belavbûyî tê xuya ku 5 mûşek li çola Neqîb de kevtine xwarê .

Hewrwisa 5 mûşek ji bajarê Şîrazê ve bo aliyê Îsraîlê hatine avêtin ku li dema avîtinê de girte vidyo li wan hilkgirtine.

Ji aliyê din ve rêjîm îdia dike ku dê dijwartirîn êrîşê bike ser Îsraîl û heta demjimrên sibêdeha roja Sêşemî 27ê Cozerdanê, her ew 5 mûşek li esmanê Îsraîl de hatine dîtin.