
Serokwezîrê Îsraîl bernameya kuştina Elî Xamineyî yê rêberê rêjîma Îranê red nekir, lê ragihand ku hekî Elî Xamineyî bê kuştin, nabe sedema dijwarbûna şer, belku dê bibe sedema bi dawîhatina şer.
Binyamîn Netanyaho, Serokwezîrê Îsraîl li hevpeyvîn digel kanala têlêvîzyoniya “ABC”, li bersiva pirsyara hebûna bernameya Îsraîl bo kuştina Elî Xamineyê yê rêberê rêjîma Îranê ew yek red nekir û ragihand ku her tîştek hewce bike em dê bikin û bi tekezî got ku hekî Elî Xamineyî bê kuştin, nabe sedema dijwarbûna şer, belku dê bibe sedema bi dawîhatina şer.
Pêştir jî çendîn çavkanbiyan ragihandibû ku Donald Trump ê Serkomarê Amerîkayê rêgirî ji bernameya kuştina Elî Xamineyî li êrîşên Îsraîl bo ser rêjîma Îranê kiriye.
Binjamîn netanyaho ew yeka jî got ku: “Şerê bê dawî tiştek e ku rêjîma Îranê dixwaze, li rastiyê de eva ku niha Îsraîl dike, rêgirî ji vê daxwaziya rêjîmê û dawîanîn bi şer û destdirêjiyên rêjîma Îranê ye û em bi pêdegirî û berxwedan li hember rêjîmê, dikarin vê rewşê bi dawî bînin û bi bawera me, Rojhilata Navîn bê Elî Xamineyî dê cihek baştir be”.