
Berpirsên girtîgeha rêjîmê li bajarê Urmiyê, ji roja Yekşemiyê ve li girtiyên li vê girtîgehê de li girûpên 5-6 kesî de bo cihên nexuya vediguhaze û nigeranî li derheq qedera wan girtiyan û egera qewimîna cinayetên hovane li pişt deriyên daxîstî, gelek zêde bûye.
Pêka rapora navenda mafê mirovî ya Îranê, ji sibêdeha roja Yekşemî 27ê Cozerdanê ve, berpirsên girtêgeha rêjîmê li bajarê Urmiyê bi sedemek nexuya û bê agehdarkirina malbat an parêzerên girtiyan û bi awayê nihênî, girtiyên li vê girtîgehê de li girûpên 5-6 kesî de bo cihên nexuya vediguhaze.
Pêka vê raporê, nigeranî li derheq qedera wan girtiyan û egera qewimîna cinayetên hovane li pişt deriyên daxîstî yên odeyên girtîgehên rêjîmê, gelek zêde bûye û perpirsên girtîgehê jî ti bersivekê bi pirsyarên malbatên girtiyan nadin.