Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Êrîşên Îsraîl û rêjîma Îranê berdewam in

12:50 - 17 Hezîran 2025

Rêjîma Îranê bi 30 mûşekan êrîş kiriye ser Îsraîlê û li hember de balafirên Îsraîlî li çendîn bajar û çendîn deverên bajarê Têhranê de navendên ewlehî û serbaziyên rêjîmê kirine armanc.

Pêka rapora kanala têlêvîzyoniya 12 a Îsraîlê li demjimêr 9 û 20 xulekên sibêdeha roja Sêşemî 27ê Cozerdanê, rêjîma Îranê bi 30 mûşekan êrîş kiriye ser Îsraîlê û zêdetir ji 3 mûşek bi bînayek û 2 cihên din li bajarê Têlavîvê kevtine û herwisa mûşekek bi cihê ragirtina otobûsên betal kevtiye û yên din jî li esmanê Îsraîl de hatine teqandin lê ti amarek ji kuştî an birîndaran hêj belav nebûye.

Ji aliyê din ve li sibêdeya vê rojî de Îsraîlê bi balafir û dironan, binke û damezraveyên ewlehî û serbaziyên rêjîmê li Têhranê de kirine armanc û li demjimêr 6ê sibêdehê ew êrîş dest pêkirine û çendîn cih li taxa Narmek a bajarê Têhranê kirine armanc û herwisa çend cih li devera Sebelan û padiganeke artîşa rêjîmê jî bûne armanca wan êrîşên îsraîlê.

Li taxa Sêyid Xendan a bajarê Têhranê de jî cihek ji aliyê balafirên Îsraîlî ve hatiye teqandin.

Ew êrîşane piştî agehdarkirina xelkê li rojek pêştir anku Duşemiyê, de ye ku li 3 taxên bajarê Têhranê derkevin.