Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê hêzeke zêde li girtîgehên xwe li bajarên Seqiz û Mihabadê de cihgîr kiriye

13:26 - 17 Hezîran 2025

Rêjîma Îranê ji trirsê serîhildanan li girtîgehên xwe de li bajarên Seqiz û Mihabadê, rîêjeyeke zêde ji hêzên serbazî û ewlehî li ber deriyên girtîgehên xwe li wan bajaran de cihgîr kirine.

Pêka rapora Kurdpayê, roja Duşemî 26ê Cozerdana 1404 a Rojî, rêjîma Îranê ji tirsê serîhildan li girtîgehan de gelek nigeran e û lewma bi vê sedemê, rêjeyeke zêde ji hêzên serbazî û ewlehî li ber deriyê girtîgeha rêjîmê li bajarê Seqizê de cihgîr kiriye.

Herwisa Kurdpayê belav kiriye ku li nav girtîgeha rêjîûmê li bajarê Mihabadê de jî rewşeke tevav serbazî û ewlehî bi ser girtiyan de hatiye sepandin hêzên rêjîm li rewşa amadebaşiyê de ne.

Rêjîma Îranê li girtîgeha Dizilava ya li bajarê Kirmaşanê de jî bi êrîşkirina bo ser girtiyan zêdetir ji 20 girtiyan kuştine û zêdetir ji 30 girtî jî birîndar kirine.