Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Donald Trump li pey teslîmkirina tevav a rêjîma Îranê ye

13:27 - 17 Hezîran 2025

Donald Trump, Serkomarê Amerîka li derheq danûstandin digel rêjîma Îranê û hewldan bo sekinandina şerê li navbera Îsraîl û rêjîma Îranê ragihand ku ez li pey teslîmkirina tevav a rêjîma îslamiya Îranê me.

Pêka raporên nûçegihaniyên Rojavayî, “Donald Trump” ê Serkomarê Amerîka li derheq danûstandin digel rêjîma Îranê û hewldan bo sekinandina şer an bi dawîanîna şerê li navbera Îsraîl û rêjîma Îranê ragihandiye ku ez li pey tiştek gelek mezintir û baştir ji agirbest li Îranê de me ez li pey dawîanîna rast a şer li Îranê me.

Navbirî bi tekezî ragihand ku ez li pey teslîmkirina tevav a rêjîma Îslamiya Îranê me.

Herwisa Donald Trump ragihand ku renge ew “J.D Wens” ê Cihgirê Serkomarê Amerîka û “Steve Witkoff” ê nûnerê xwe li Rojhilata Navîn bo danûstandin digel rêjîma Îranê bişîne û danûstandin digel rêjîma Îranê gelek bala min nakêşe.