
Şeva derbasbûyî, Îsraîlê bi 50 balafirên şerker, êrîş kirine ser rêjîma Îranê û liu çendîn bajarênb rojhilatêl Kurdistanê ên wek Îlam û Kirmaşanê û herwisa çendîn bajarên din ên Îranê wek taxên bajarê Têhranê û meşhedê û çend bajarên dikin kirine armanc.
Berdevkê Artêşa Îsraîl ragihand ku li demjimêrên sibêdeha roja Çarşemî 28ê Cozerdanê, bi 50 balafirên şerker, padigana Îmam Husên li bajarê Kirmaşanê, pêtrokîmiya Îlamê, enbara mûşekî û cebilxaneya rêjîmê li bajarê Kerecê, navenda navkiya Parçîn li Têhranê û çendîn cihên mûşekî û dironiya rêjîmê li cihên din de bûne armanca hêza esmaniya Îsraîl.
Herwisa Artêşa Îsraîl ragihandiye ku çend navendên serbazî yên rêjîmê jî li bajarê Têhranê, teqandine.