Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Zêdetir ji %40 a mûşekên rêjîma Îranê ji aliyê Îsraîl ve ji nav çone

11:31 - 18 Hezîran 2025

Artêşa Îsraîl bi kanala têlêvîzyoniya “FOX NEWS” ragihandiye ku zêdetir ji %40 a mûşekên rêjîma Îranê li êrîşên bo ser rêjîma Îranê de ji nav birîne.

Herwisa Artêşa Îsraîl ragihandiye ku li sibêdeha roja Çarşemî 28ê Cozerdanê, rêjîma Îranê hejmarek mûşekên balistîkî avêtine Îsraîl.

Ji aliyê din ve bi sedema jinavçona hejmareke zêde ji lançêr û cihên avêtina diron û mûşekên rêjîmê, şiyana êrîşa mûşekî û dironiya rêjîmê bi qasekî berçav kêm bûye.

Pêka zanyariyên belavbûyî, li bajarê Kerecê de zanîngeha kîmiya ya ser bi spaha pasdaran ku lêkolînên serbazî bo spaha pasdaran a terorîst dike, li êrîşa şeva derbasbûyî de bûye armanca balafirên şerker ên Îsraîlî û hatiye teqandin.

Enbareke cebilxaneya mûşekî ya rêjîmê jî li navbera bajarên “Kerec û Qezwên”ê de bûye armanca bombên Îsraîlî û hatiye teqandin.