
Pêka raporên belavbûyî li roja Çarşemî 28ê Cozerdanê, sîstema bervaniya esmanî ya navenda navkî ya “Fordo”yê bi tevavî ji nav çûye, ji aliyê din padigana “Zênelabidîn” a spaha pasdaran a terorîst li bajarê “Ebher”ê ser bi pareêzgeha Zencanê, bi tundî hatiye bombebaran kirin, spaha “Ensar Elmehdî” ew êrîş piştrast kir lê idia kir ku ti xisareke canî û malî nebûye.
Herwisa kelantriya Şehriyar li bajarê Şehriyarê ser bi bajarê Têhranê ku li kuştina neraziyan de li şoreşa Jînayê de rol hebû, bûye armanca êrîşa Îsraîl û hatiye teqandin.
Herwisa li vê rojê de çendîn cih li bajarê Tewrêzê de bûne armanca bombên Îsraîlî, lê ti zanyariutek zêdetir li vê derheqê de belav nebûye, roja pêştir jî binke û enbara mûşekiya rêjîmê li bajarê Tewrêzê, bi tundî hate bombebarankirin.