Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê sizaya girtîgehê bi ser çalakvaneka medenî ya bajarê Dêwulanê de sepand

12:28 - 18 Hezîran 2025

Dadgeha rêjîmê sizaya girtîgehê bi ser “Sohêyla Motaî”, yek ji binçavkiriyên tevgera “Jin Jiyan Azadî”yê û çalakvana medenî ya bajarê Dêwulanê de sepand.

Pêka rapora Hengawê, ji aliyê taya 102 dadgeha sizakirin 2 ya rêjîmê li bajarê Dêwulanê, bi tohmeta “propaganda bo girûp û rêkxiravên dijberî rêjîmê” 3 heyv girtîgeh û 3 sal girtîgeha ragirtî bi ser “Sohîyla Motaî” çalakvana warê jinan û yek ji binçavkiriyên tevgera “Jin Jiyan Azadî” û yek ji girtiyên rêûresma “8ê Mars”ê ya sala 1403 a Rojî de sepand.

Ev çalakvana medenî, li 3ê Cozerdana îsal bo vê dadgeha rêjîmê hatibû banghêjkirin lê ji mafê hebûna parêzer li dadgehêkirinê de hatibû bêparkirin.

Sohêyla Motaî li 20ê Reşemeya 1403 a Rojî, ji aliyê hêzên hov ên îtilaat rêjîmê li bajarê Dêwulanê de hatibû girtin û piştî heftiyekê bi danîna barimtê, hatibû azadkirin

Herwisa ev çalakvana medenî li 3ê Rêbendana 1403 a Rojî de bi awayekî hovane û bi tundûtîjiyê, ji aliyê hêzên îilaata rêjîmê li bajarê Dêwulanê de hatibû girtin û piştî çendîn demjimêr lêpirsînan bi danîna barimteya 200 milyon Tumenî bi awayê demkî, hatibû azadkirin.

Herwisa “Sohêyla Motaî” li tevgera “Jin Jiyan Azadî”yê de 2 car hate binçavkirin û piştre ji aliyê dadgeha îqilab a rêjîmê li bajarê Dêwulanê de bi gelemper 60 heyv girtîgeh bi ser de hatibû sepandin ku piştî derbaskirina çendîn heyv a vê sizaya sepandî, hate azadkirin.