Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê mezintirîn nexweşxaneya Îsraîl li bajarê “Beir Sebe`i” de kire armanc

11:04 - 19 Hezîran 2025

Rêjîma Îranê li kiryarek hovane de, cihê niştecîbûna xelkê medenî li bajrê Têlavîv û devera Holon û mezinteîn nexweşxaneya bajarê “Beir Sebe`i”, kirine armanc û rêjeke nexuya nexweş, personelên vê û xelkê medenî, hatine kuştin an birînbdarkirin.

Rêjîma hov û dije mirovahî ya Îranê li kiryareke dûr ji mirovahiyê , nexweşxaneya “Soroka” ku mezintirîn nexweşxaneya bajarê “Beir Sebe`i” ser bi zanîngeha zanistên pizşkî ya Bên Goriyon, li başûrî Îsraîl de ye, kiriye armanca mûşekên balistîkî û tevî ku heta niha xisarên canî an birîndarbûnan belav nebûne, lê bi sedema belavbûna madên ceribangehên vê nexweşxaneyê, ew hatiye betalkirin.

Herwisa rêjîma Îranê li navenda bajarê Têlavîv û devera “Holon”ê de taxên niştecîbûna xelkê medenî kiriye armanc û bilî xisarên madî xisarên canî û birîndar jî hene.