Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Binyamîn Netanyaho piştî mûşekbarana nexweşxaneya Îsraîl gef li dîktatorên rêjîmê xwar

12:38 - 19 Hezîran 2025

Piştî êrîşa hovaneya rêjîmê bo ser nexweşxane û herwisa xelkê medenî yê Îsraîl, bi awayekî gelek tund bi rêjîêma Îranê huşdarî da û got ku “dê tola wan kiryarên hovane ji dîktatorên Têhranê hilde”.

Ev yekem car e ku “Binyamîn Netanyaho” bi fermî berpirsên rêjîma Îranê bi dîktator binav kiriye û ew bi êrîşa rêjîm û milîsên ser bi vê rêjîmê binav kiriye ku dide xuya berpirsên bingehîn ên rêjîmê dê bibin armanc.

Herwisa “Îsraîl Katz” ê Wezîrê Berevaniya Îsraîl jî fermana tundtirkirin û girantirkirina êrîşên bo ser rêjîma Îranê da û ragihand ku ew êrîşarêjîmê, xirabtrîn cinayeta şer e û Elî Xamineyî dibe bersiva wan cinayetên xwe bide.

Navbirî Elî Xamineyî bi dêktatorê tirsinok ê rûniştî li penageha binerd binav kir ku fermana êrîşkirina bi zanebûn bo ser xelkê medenî û nexweşxaneyan dide.