Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ukraynê di êrîşekê de, zêdetir ji 40 firokeyên bombhawêj ên Rûsiyê teqandin

11:45 - 3 Hezîran 2025

Artêşa Ukraynê li operasiyoneke serbazî de 4  binkeyên esmanî yên Rûsiyê kirine armanc ku zêdetir ji 40 balafirên bombawêj ên startejîk ên Rûsiyê, jinav birin.

Artêşa Ukraynê li operasiyoneke dironî ya berfireh a bi navê “Spider`s Web” de 4 binkeyên esmanî yên Artêşa Rûsiyê ku zêdetir ji 4 hezar û 300 kîlomer ji eniya şer dûr in kirine armanc û zêdetir ji 40 firokeyên sytartejîk ên bombhawêj ên Rûsiyê yên wek “Tu-95, Tu-22m3 û A-50”, li vê êrîşê de bi temamî jinav çon.

Pêka raporan, zêdetir ji 7 milyard Dolar, xisar bi Rûsiyê kevtiye.

Pêka raporan, ew operasiyon li heyama 18 heyvan de bi hûrî hatibû dariştin.

Viladêmîr Zêlênskî, Serkomarê Ukraynî li vê derheqê de gotiye ku ev bi tenê serkevtinek serbazî nîne belku serkevtineke teblîxî bo Ukraynê bû ku şiyana afirankariyên wî welatî, li vê şerê nehevseng û neberaber de da nîşandan.

Ew operasyon dide xuya ku bi alavên erzan lê bi hizrîn û dariştina operasiyoneke zanistî, dibe ku xisar û derbên gelek giran û mezin bi cih û armancên startejîk bê xistin.