Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Egera herifîna rêjîma islamiya Îranê zêde ye

12:56 - 19 Hezîran 2025

Serkomarê Amerîka li dawî axafitinên xwe de got: “Egera hirifîna rêjîma Îslamiya Îranê heye, min gelek derfet da vê rêjîêmê, lê wan ev derfet ji dest dan û niha deneg e”.

Roja Çarşemî 28ê Cozerdanî, Donald Trump ê Serkomarê Amerîkayê li cîvîna rojnamevaniyê de bi rohnî ragihand ku egera herifîna rêjîma Îslamiya Îranê heye û li bersiva pirsyarekî li vê derheqê de ku Amerîkayê bo vê yekê çi bernameyek heye an ne, ragihand: “Me bo her tiştekê, bernameya dariştî heye”.

Herwisa Donald Trump bi tekezî ragihandiye ku Amerîkayê 60 roj derfet bi rêjîma Îranê da ku bi rêya danûstandinê wan pirsgirêkan çareser bike lê rêjîma Îranê dem bi heder da û hewla demdirêjkirina wan danûpstandina dida, dibiya ku rêjîma Îranê pêşniyra Amerîka bo lihevkirina navkî erê birkiraba.

Donald Trump daxwaza teslîmbûna tevav a rêjîmê dike û Elî Xamineyî jî li dawî peyama xwe de daxwaza berdewambûna şer dike û gefê li Amerîkayê dixwe.

Tiram li dawiyê de got: Em bi du danûstandina digel rêjîma Îranê de nînin û me biryar daye ku rêjîma Îranê sernixûn bikin.