
Bernameya zindî ya dengûrengê rêjîma Îranê bo çendîn xulken hate hekkirin û peyamên bo serî hildana xelkê Îranê hatine belavkirin û wêne û girte vîdyoyên şoreşa “Jîna”yê hatine belavkirin
Li roja Çarşemî 28ê Cozerdanê bernameya zindî ya dengûrengê rêjîma Îranê bo çendîn xulken hate hekkirin û wêne û girte vîdyoyên sedrîhildana xelkê li tevgera “Jin Jiyan Azadî”yê û herwisa peyamên bo serî hildana xelkê Îranê hatine belavkirin.
Rêjîma Îranê tevî piştrastkirina vê hekkirina çendîn xulkî belav kiriye ku ev hekkirin bi tenê bo ser bernameya mahwareyî ya dengûrengê rêjîmê û ji aliyê Îsraîlê ve hatiye kirin.
Li vê hekkirinê de daxwaz ji xelkê hatiye kirin ku li hember rêjîma Îranê serhildanê bikin û vê derfetê ji dest nedin.