Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê mûşekên mezin li êrîşa bo ser Îsraîlê de bi kar anîne

13:02 - 19 Hezîran 2025

Rêjîma Îranê li êrîşkirina bo ser Îsraîlê, mûşekên mezin ên cura dûrhawêj ku nirxa wan zêdetir ji 10 milyon Dolar e, bi kar anîne ku ji aliyê Îsraîlê ve hemû hatine teqandin.

Ew mûşekên mezin ku taybet bo kumikên navkî têne bikaranîn bi nirxeke gelek giran a zêdetir ji 10 milyon Dolarî têne berhemanîn ku ji dahata xelkê Îranê hatine dizin û bo wan armancan hatine xerckirin.

Rêjîma Îranê li çiyayê Mexmelkûh a bajarê Xuremabadê de av mûşek avêtine Îsraîl ku pêka zanyariyan, berî gihîştin bi Îsraîlê piraniya wan hatine teqandin û yên mayî ji aliyê sîstema berevaniya esmanî ya Îsraîlê ve hatine teqandin.

Bikranîna mûşekên mezin ên dûrhawêj bo ser bajaran û cihê niştecîbûna xelkê medenî pêka yasayên navnetewî, qedexe ye.

Herwisa li demjimêrên şeva Çarşemiyê, hejmareke din ji mûşekên Fetah bo aliyê îsraîlê ve hatine avêtin ku li esman de bi tevahî hatine teqandin.