
Artêşa Îsraîl ragihand roja Pêncşemî 29ê Cozerdanê, piştî agehdarkirina berê ya xelkê bajarê Erakê û derdora vê, bi damezraveyên ava giran a bernameya navkî ya rêjîmê Îranê li devera “Xendab” li 70 kîlometriya bajarê Erakê û navendeke din a hevşêwe li 75 kîlometriya bajarê Erakê li 5 kîlometriya navenda navkî ya “Xendab”ê, kirine armnanc û teqandine.
Damezraweyên ava giran bo hênikkirina rektorên navkî têne bikaraîn ku hevdem madeya navkî ya Plotoniyomê jî berhem tîne ku bo berhemanîna çeka navkî tê bikaranîn.
Îsraîlê ragihandiye ku li dema karnekirina wan navendan de êrîş kiriye ser wan ku madên radiyoektîv belav nebin û ti metirsiyek nebe.