Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Êrîşîn Îsraîl bo ser rêjîma Îranê bi rijdî berdewam e

13:10 - 19 Hezîran 2025

Pêka raporên belavbûyî, sîstema bervaniya esmanî ya navenda navkî ya “Fordo”yê bi tevavî ji nav çûye, ji aliyê din padigana “Zêynelabidîn” a spaha pasdaran a terorîst li bajarê “Ebher”ê ser bi parêzgeha Zencanê, bi tundî hatiye bombebaran kirin, spaha “Ensar Elmehdî” ew êrîş piştrast kir lê idia kir ku ti xisareke canî û malî nebûye.

Herwisa kelantriya Şehriyar li bajarê Şehriyarê ser bi bajarê Têhranê ku li kuştina neraziyan li şoreşa Jînayê de rol hebû, bûye armanca êrîşa Îsraîl û hatiye teqandin.

Herwisa çendîn cih li bajarê Tewrêzê de bûne armanca bombên Îsraîlî, lê ti zanyariyek zêdetir li vê derheqê de belav nebûye, roja pêştir jî binke û enbara mûşekiya rêjîmê li bajarê Tewrêzê, bi tundî hate bombebarankirin.

Artêşa Îsraîl radigehîne ku esmanê Îranê bi temamî li kontirola firokên şerkere Îsraîl de ye û sîstima berewaniya esmaniya Îranê bi temamî ji nav çoye.